‘Neteweya demokratîk ji şerê Îsraîl û Filistînê re çareserî ye’

Şîrovekarê siyasî Îlham El Milêcî diyar kir ku Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi her pênc parêznameyên wê yên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Filistînê çareserî ye.

‘Neteweya demokratîk ji şerê Îsraîl û Filistînê re çareserî ye’
27 adar 2024   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şîrovekarê siyasî yê ji Misirê û endamê Înisiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan Îlhamî El Milîcî şerê Îsraîl û Hemasê û rêbazên çareseriyê nirxandin.

Îlhamî El Milîcî got: "Ev şer dê berdewam bike madem Îsraîl li hemberî mafên rewa yên filistîniyan serhişkiyê dike û nahêle dewleteke nîştimanî ya Filistînê ku paytexta wê Quds e, li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê û Lijneya Giştî ya NY`yê ava bibe."

El Milîcî wiha domand: "Heke pêşketinek di dan û standinên neyekser ên Hemas û hikumeta Netanyahu de çêbe dîsa dizivire nuqteya destpêkê. Tê gotin Netanyahu bi tenê dosyaya dan û standinan bi rê ve dibe. Netanyahu yê herî hişk e, ji ber ku dizane bi rawestandina şer re dê bê darizandin û lidarxistina hilbijartinên pêşwext, tê wateya dawiya jiyana wî ya siyasî.”

Der barê bandorên şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser dewletên cîran mîna Sûriyeyê jî, El Milîcî got: "Ji ber cihê jeosiyasî yê Sûriyeyê û têkiliya wê bi Hemasê re, em dikarin bêjin ku di nava wî şerî de ye. Heke şer ji vê dirêjtir bike, dibe ku hîna bikeve nava şer."

Girêdayî çareseriyê hî El Milîcî got: "Bi nêrîna min, çareseriya herî guncaw, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ronakbîr Abdullah Ocalan e. Çareseriya aştiyane û demokratîk li ser bingeha edaletê û demokrasiyê di vê projeyê de nixumandî ye.  Ev proje, mafên çandî, civakî û demokratîk ên pêkhateyan û baweriyan dabîn dike. Ji ber wê çareseriya herî guncaw a şerê Îsraîl û Filistînê ye."

El Milîcî di dawiyê de got: "Bê guman, Îsraîl vê çareseriyê qebûl nake, ji ber ku hêzeke dagirker û mêtinger e."

(şx)

ANHA