Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li Derayê di êrişa komeke çekdar de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
7 ÇILE, 2024   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Dera 24’ê  li bajarê Îzrai di êrişeke çekdarên nenas de efserekî hikumeta Şamê bi navê Munteceb Muhsin Berîbîdanî hatiye kuştin. Li gorî heman çavkaniyê Berîbîdanî ji bajarê Ceblê yê gundewarê Laziqiyê ye.

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji wezareta karê hundirîn a hikumetê wergirtiye, ragihand ku di êrişa çekdarên nenas a li Îzrai de efserek hat kuştin û 4 kesên din birîndar bûn.

(bb)