Bernameya çalakiyên bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê rêzeçalakî tên lidarxistin.

Bernameya çalakiyên bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê
7 ÇILE, 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komkujiya yekemîn a Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê sîxûrên dewleta Tirk ve li dijî her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) hatibû kirin, dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî werin lidarxistin.

Çalakiyên ku dê ji aliyê Kongra Star ve werin lidarxistin ev in:

Îro (7’ê Çileyê) dê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê li Kantona Firatê bide.

Kongra Star  îro saet di 14.00’an de semînerekê li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz li navenda xwe ya li gundê Zehriyê yê bajarê Dêrikê dide.

8’ê Çileyê dê Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê dide

8’ê Çileyê dê Komîteya Ekolojîk a Kongra Star daxuyaniyekê dide.

8’ê Çileyê saet di 10.00’an de  dê şehîdên komkujiyê li Pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê werin bibîranîn.

9’ê Çileyê dê Kongra Star çalakiyên cuda li ser asta kantonan li dar bixe.

17’ê Çileyê dê forumek têkildarî êrişên li ser jinên pêşeng û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişloyê were lidarxistin.

 Her wiha  dê civînên berfireh û sînevîzyon li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz bên lidarxistin.

(bb)

ANHA