Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê bi bîr anîn û diyar kirin ku berxwedana jinên têkoşer vekirina rêya azadiyê bû.

Hîlala Zêrîn şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn
7 ÇILE, 2024   13:03
QAMIŞLO

Tevgera Hîlala Zêrîn a çanda jinan bi munasebera salvegera 11`emîn a Komkujiya Parîsê, daxuyaniyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo da. Daxuyanî bi amadebûna endamên bi dehan jinan ji aliyê endama Hunergeha Welat Zîlan Mecîd ve hat xwendin.

Zîlan Mecîd şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya 2016`an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker de hatibûn şehîdxistin, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Zîlan Mecîd anî ziman ku hedefgirtina siyasetmedarên jin ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve wê îradeya wan neşkîne û wiha domand: "Jiyana kesayetên weke heval Sakîne û rêhevalên wê bi têkoşîn û berxwedana li hemberî desthilatdariyê tije û dagirtî bû. Berxwedana wan rêya azadiyê jinan re vekir û di cîhanê de bû sembol.”

Zîlan Mecîd bal kişand ser komkujiyên ku li dijî jinên têkoşer hatine kirin û diyar kir ku ev  komkujî nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û berdewama komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Zîlan Mecîd got: "11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, rayedarên dewleta Tirk a dagirker jî li xwe mukir hatin ku bi destê xwe bi awayekî plankirî ev komkujî pêkanîne. Tevî vê yekê jî dewleta Fransayê helwesteke jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker neda. Hetanî ku dewleta Fransayê hesab nepirse nikare xwe ji vê hevkariya Komkujiya Parîsê xelas bike."

(sb)

ANHA