Li Derayê 5 kes hatin kuştin

Li Derayê ji ber şerê di navbera komên çekdar de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê 5 kes hatin kuştin
9 sibat, 2024   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh bi şev di navbera koma çekdar a bi navê Welîd El Şetar û koma bi navê Şebet ên girêdayê dezgeha ewlehiyê ya hêzên hikumeta Şamê de şer derket. 

SOHR destnîşan kir ku şer li taxên Cumiye, Keleş, Çerxerêya Şêx Cubêr û Şehadat ên bajarê Senemên ên gundewarê Derayê qewimî. Her wiha diyar kir ku di şer de serdegirtina malan jî çêbû. SOHR da zanîn ku di şer de 2 sivîl 1 jê jin û 3 çekdarên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Malpera Dera 24 jî ragihand ku şer zêdetirî 6 saetan dewam kir û çekên sivik û navîn hatin bikaranîn. Heman malperê destnîşan kir ku li bajar niha aramî serwer e.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka Çileya îsal ve  li Derayê ya ku qaşo "çareserî" lê pêk hatiye 45 kes di bûyerên tevliheviyê de hatine kuştin.

(bb)