Tevgerên dewleta Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser tevgerên dewleta Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û xwepêşandanên li Lubnanê.

Tevgerên dewleta Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê rojeva rojnameyên erebî ne
9 sibat, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de rojnameya Şerq El Ewsat nivîsek bi sernavê "Li pey çalakiyên berfireh ên li ser xeta Enqere, Bexda û Hewlêrê çi heye?" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin di mehên dawîn de tevgereke berfireh li ser xeta Enqere-Bexda û Hewlêrê heye. Di nivîsê de serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Yeşar Guler û serokerkanê artêşa Tirk Metîn Gorak ku rojên sêşem û çarşemê li Bexda û Hewlêrê pêk anîbûn hatin bibîrixstin. Li gorî rojnameyê rayedarên dewleta Tirk bi van serdanan dixwazin aliyên Iraqê beşdarî şerê li hemberî PKK’ê bikin.

TIRKIYE DI SALVEGERA ERDHEJÊ DE: SOZÊN AVAKIRINÊ LI BENDA PÊKANÎNÊ NE

Der barê rewşa Tirkiyeyê de, rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da nirxandinên nivîskarê Lubnanê Mihemed Nûredîn ên têkildarî nebicihanîna Erdogan sozên ku piştî erdhejê dabû. Li gorî nivîskar; " Heta niha ji bingeha 319 hezar yekîneyên ku Erdogan soz daye kilîtên wê di 6`ê Sibatê de radestî şêniyan bike, kêmtirî 46 hezar yekîne hazir in. Yanî Erdogan nizane xebat dê kengî bi dawî bibin, ji hejmara ku soz daye ava bike jî dûr in. Yanî rêjeya yekîneyên ku ji nû ve hat avakirin û radestî şêniyan hatin kirin yan jî dê radestî wan bikin, ji sedî 17`yê hejmara rastîn e. Bê guman, ev soz girêdayî hilbijartinên parlamento û serokatiyê bûn ku dê piştî erdhejê bi 3 meh û nîv li dar ketibana."

’LI LUBNANÊ LEŞKERÊN TEQAWÎD HIKÛMETÊ DIXIN QUNCIKEKÊ’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser xwepêşandanên leşkerên teqawîd yên li Beyrtûnê ku roja Pêncşemê (duh) mezin bû. Di nivîsê de hate diyarkirin ku ev beş amade ye tevgerên xwe yên bi armanca pêkanîna daxwazên xwe yên başkirina rewşa debarê bidomîne. Her wiha hate diyarkirin ku rewşa bi vî rengî hikumeta Necîb Mîqatî dixe rewşeke zehmet.

(bb)