Ukrayna 4 keştî û navenda hinardekirina dexil û danê bombebaran kirin

Ukraynayê li deryaya Reş û deryaya Azovê li binesaziya Rûsyayê xistin û li bendera Tamanê jî navenda sereke ya hinardekirina dexil û danê kir armanc.

Ukrayna 4 keştî û navenda hinardekirina dexil û danê bombebaran kirin
30 tîrmeh, 2026   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Reutersê, fermandarê hêza dronan a Ukraynayê Robert Provdi got ku wan li deryaya Reş û deryaya Azovê 4 keştiyên Rûsyayê bombebaran kirin.

Fermandar ragihand ku di 3 hefteyên borî de 205 keştî (130 li deryaya Azovê û 75 li deryaya Reş) hatin hedefkirin.

Çavkaniyek di bazara çandiniyê de agahî dane heman ajansê û dane ku dronên Ukraynayê navenda hinardekirina dexil û danê ya li bendera Tamanê ya li ser tengava Kerçê kir hedef, di encamê de zirareke mezin.

Navenda behsa mijarê ku ji aliyê şîrketa ‘‘Dimitra‘‘ ya Rûsyayê ve tê birêvebirin kapasîteya wê ya hilgirtinê salane bi qasî 5 milyon ton e.

(bb)