Şêniyên gundê Dirdarayê vedigerin gundê xwe

Li bajarê Til Temirê koçberên gundê Dirdarayê piştî 7 salan vedigerin gundê xwe.

Şêniyên gundê Dirdarayê vedigerin gundê xwe
31 gulan, 2026   03:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Gundê Dirdara dikeve bakurê bajarê Til Temirê û di navbera wan û gundê El Menax ê baregeha artêşa Tirk lê heye tenê 300 metre heye. Koçberên gund piştî 7 salan li gundê xwe vedigerin. Malên wan hatine wêrankirin. Xelkê gund êdî ji koçberî û mayîna di bin konan de westiyaye û dibêje girêdana me ya bi xaka me ve ji hemû şert û mercan xurttir e. Veger ji bo wan ne tenê mayîna li gund e, tê wateya bi nasname û xaka xwe ve girêdayî ne û nema koçber bibin.

Gundê wan ji ber topbarankirinê gelekî ziyan dîtiye, hem mal hem jî binesaziyê ziyan dîtiye.

Nûra El Şêx Mihemed ku li ber mala xwe ya wêrankirî sekinîbû, got: "Em 7 salan koçber bûn. Di navbera gund û kampan de diçûn û dihatin. Me gelek zehmetî dîtin. Herî dawî em vegeriyan gundê xwe. Gundê me wêran bûye û binesazî bi temamî xirab bûye, elektirîk û av jî nîn e. Hin malbatan tenê kêmekî malên xwe anîne ser hev û niha li mala xwe dimînin. Jixwe rêxistinên herêmî û navneteweyî bi me re nabin alîkar."

Fesla Siûd El Derwîş jî got: “Koçberî ji me re gelekî zehmet bû. Gundê me wêrankirî ye lê em dîsa vegeriyan. Ji ber ku cihekî dîtir nîn e, em nikarin her tim li kampan bimînin û dev ji erda xwe berdin.”

Eyşe El Faris anî ziman ku ne tenê malên wan wêran bûne, milkên wan jî gelekî ziyan lê hatiye kirin. Dikan, depo û hemû emrazên ku gundiyan ji bo çandiniyê bi kar dianîn, wêran bûne.

(np)

ANHA