Li başûrê Lubnanê 7 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê de li bajarokê Keferheta yê başûrê Lubnanê 7 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li hedefên Hizbullahê daye. Li Beyrûtê jî dengê teqînan hat bihîstin.

Li başûrê Lubnanê 7 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên servîsa parastina sivîl ji AFP'ê re parve kirine, di êrişa îro ya Îsraîlê ya li ser bajarokê Keferheta yê li başûrê Lubnanê de, ji malbatekê 6 kes, bi giştî 7 kes hatin kuştin.

Çavkaniyan got: "Malbata hatiye kuştin ji gundekî başûrê bajarokê koçber bûbû li benda xizmetekî xwe bû da ku erebeyekê bîne û wê veguhêze. Dema xizmê wan gihaşt nêzî malbatê ew jî hat kuştin.”

Artêşa Îsraîlê beriya êrişê ragihandibû ku wê dest bi hedefkirina baregehên Hizbullahê yên li herêma Beyrûtê kiriye û hişyarî dabû şêniyên taxên başûr da ku taxan vala bikin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên AFP'ê ragihandine, balafirên şer di nava rojê de bi nizmî li ser Beyrûtê û derdora wê digeriyan.

(bb)

ANHA