Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir

Li Qada Jina Azad a Kobanê malbatên dîlgirtiyan li hev kom bûn û daxwaza berdana dîlgirtiyan kir.

Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
Malbatên dîlgirtiyan li Kobanê daxwaza berdana zarokên xwe kir
5 nîsan, 2026   14:06
KOBANÊ

Li gorî peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de diviyabû dîlgirtî bihatana berdan, lê heta niha jî bi tevahî nehatine berdan. Şêniyên Kobanê û malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad a bajar kom bûn daxwaza berdana dîlgirtiyan kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar Esed Ebûd axivî û got: “Em wek malbatên şehîd û dîlgirtiyan li vir in ji bo zarokên xwe, divê demildest rewşa zarokên me bê diyarkirin. Em bi rêveberiya xwe jî bawer in ku ew bi hemû hewldanên xwe ji bo derxistina wan dîlgirtiyan, bê navber tê dikoşe. Em soz didin ku em ê heta dawiyê jî xwedî li dîlgirtiyên xwe derkevin.”

Di dewamê de Ebûd got: “Li gorî peymana 29’ê Çileyê diviyabû dîlgirtî bihatana berdan, lê heta niha jî ew nehatine berdan. Divê demildest ew bên berdan. Em wek gelê Kobanê yê berxwedêr daxwaza me jî ew e ku girtiyên me bên berdan û azad bibin û şehîdên me jî radestî me bibin.”

(ekîb)

ANHA