Jineke ciwan ji duh ve winda ye, malbatê bang kir

Jineke ciwan bi navê Xuna Eymen Sadiq a ji Siwêdayê ji duh ve winda ye. Malbata wê jî banga lêgerînê kir.

Jineke ciwan ji duh ve winda ye, malbatê bang kir
5 nîsan, 2026   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperên xwecih ên Siwêdayê, jina ciwan a bi navê Xuna Eymen Sadiq duh nîvro ji malê derketiye û heya niha venegeriyaye.

Malbata Xunayê diyar kir ku heya niha agahî ji keça xwe negirtiye û banga lezgîn li şêniyan û aliyên têkildar kir ku ji bo dîtina wê bibin alîkar.

Heya niha nayê zanîn bê ka alîliyên têkildar dest bi lêgerînê kiriye yan na.

(bb)