Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên Roja Şano ya Cîhanê

Komên hunerî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çalakiyên bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û bîranîna şehîd Yekta Herekol amadekariyê dikin. Gelo ev çalakî çi ne?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên Roja Şano ya Cîhanê
26 adar, 2024   05:36
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Roja 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de komên şanoyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di çalakiyên bi vê boneyê de, amadekariyê dikin.

Di 27'ê Adara 1962'yan de Desteya Şanoyê ya Navneteweyî ew roj (27'ê Adarê) wek Roja Şano ya Cîhanê diyar kir.

ÇALAKIYÊN ÎSAL

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) salane çalakiyên şanoyê li dar dixe. Çalakiya herî mezin; Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol e ku heta niha 6 caran hatiye lidarxistin.

Hevserokê tevgerê Xelîl Tehlo got: "Biryar wiha hat dayîn ku mîhrîcan her 2 salan carekê bê lidarxistin. Îsal jî ku tê de mîhrîcan nayê lidarxistin dê çalakiyên berfireh li ser dikên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin."

Tehlo wiha domand: "Li kêlek pîrozkirina vê rojê, ev roj ji bo me jî taybet e, ew jî roja şehadeta şehîd Yekta Herekol e. Ev roj ji bo me roja şanoya Kurdî ye."

Tehlo diyar kir ku di çalakiyan de sînevîzyon li ser şehîd Yekta Herekol dê bên pêşandan, peyama wî û ya Roja Şano ya Cîhanê bên xwendin, lîstik û skêçên şanoyê li ser dikên herêmê di rojekê de bên pêşkêşkirin ku çalakiya herî mezin ê li Qamişlo be, 2 rojan bidome û tê de 6 skêçên bi zimanên Kurdî û Erebî dê bên pêşkêşkirin. Ji wan skêçan yek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol e.

PEYAMA 27'Ê ADARÊ

Der barê naverok û peyamên wan skêçan de Tehlo got: "Hemû skêç û lîstikên şanoyê yên ku dê bên pêşkêşkirin mijarên siyasî, civakî, têkoşîn, mirovî û wijdanî li ser têkoşîna gelan ji bo azadiyê pêşkêş bikin. Em bi rêya şanoyê hewl didin ku em peyama domandina berxwedanê, şopandina rêya şehîdan û têkbirina planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin."

ŞEHÎD YEKTA Û ŞANO

Derhêner û nivîskarê lîstika "Dika Heqîqetê" ya li ser jiyana şehîd Yekta Herekol û dê li Navenda Mihemed Şêxo bê pêşkêşkirin Osman Qurtlan got: "Li kêlek nîşandana jiyana şehîd Herekol, têkoşîna wî û çalakiya wî ya fedayî, lîstik her wiha rewşa siyasî ya wê demê, êrişên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide. Şehîd bi çalakiya xwe ya fedayî bersiva wan siyasetan da. Em jî bi şano û çalakiyên xwe piştrast dikin ku keda şehîd Yekta vala neçûye."

Der barê peyama şanoyê, erkên wê de û rola rewşenbîran di vê qonaxê de Qurtlan got: "Şano û rewşenbîr neynika civakê ne û gelek erkên pîroz li ser milên wan in. Herî zêde pêwîst e ew bi berhemên xwe yên hunerî civakê ronî û perwerde bikin."

(mh)

ANHA