Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin

Yekitiyên Şaredariyên Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên Sînemaya Amûdê dest bi avakirina saloneke sînemayekê kir.

Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin
Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin
Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin
Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin
Li Amûdê saloneke sînemaye tê avakirin
4 îlon 2024   15:15
QAMIŞLO

Ji bo bîranîna şehîdên Sînemaya Amûde yên komkujiya sala 1960`î, bi însiyatîfa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Şardariya Gel a Amûdê dest bi avakirina saloneke sînemayekê li Amûdê kir.

13`ê Mijdara 1960`î, sînemaya Amûdê hate şewitandin û di encamê de 200 zarok ku temenê wan 12 sal derbas nake, hatin kuştin. Ew bûyer, wek Komkujiya Sînemaya Amûdê tê naskirin. Li gorî delîlan saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê berpirsê wê şewatê ne.

Li gorî plansaziyê, rûbera sînemaya nû hezar û 162 metredam e û li başûrê bajarê Amûdê ye.

Li gorî şaredariyê lêçûna wê 346 hezar û 326 dolar e. Berpirsên şaredariyê da zanîn ku çêkirina salona sînema dê di 6 mehan de bi dawî bibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser sala 2014`an ve, cara yekê ye saloneke sînemayê tê avakirin.

(şx)

ANHA