Nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk a li Dukanê eşkere bûn

Nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li sînorê Dukanê eşkere bûn. Hate diyarkirin ku welatiyek bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe şehîd bûne.

Nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk a li Dukanê eşkere bûn
4 îlon 2024   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnews’ê dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker piştî danê saet 13:25’an bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku ku welatiyê bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe şehîd bûne.

Hêjayî gotinêye ku herî dawî duh di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyek şehîd bû. Ji serê salê li gel şehîdên êrişa îro 20 kes di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û 12 kes jî birîndar bûne.