`Înîsiyatîfê ji hêla Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ve hatiye formulekirin, divê ew muzakere birêve bibe`

Lêkolînerekî Kar û Barên Rojhilata Navîn û Siyaseta Nasnameyê got ku qaîdeyên muzakereyê di navbera Enqere û tevgera Kurdî de divê ji nû ve werin destnîşankirin û dosya ji mijarek ewlehiya neteweyî veguherîne mijarek siyasî û civakî.

`Înîsiyatîfê ji hêla Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ve hatiye formulekirin, divê ew muzakere birêve bibe`
7 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 5ˊê Gulanê de, salvegera fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), tevgera rizgariya Kurdistanê diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi biryarek siyasî, ligel gavên qanûnî yên ku pêşkeftina azad a pêvajoya demokratîk garantî dikin, were destnîşankirin. Tevgerê destnîşan kir ku danîna çekan û tevlêbûna tevahî ya çalakiyên siyasî yên demokratîk bi van tedbîrên qanûnî ve girêdayî ye.

Hevdîtinên di navbera her du aliyan de ji ber tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan demek dirêj rawestiyaye. Di vê çarçoveyê de, Lêkolînerê Kar û Barên Rojhilata Navîn û Siyaseta Nasnameyê Dr. Taha Elî Ehmed ji ajansa me re axivî, bal kişand ser girîngtirîn pirsgirêkên ku ev pêvajo pê re rû bi rû ye.

Dr. Ehmed axaftina xwe bi pêwîstiya pêkanîna pêvajoya aştiyê dest pê kir û destnîşan kir ku her pêvajoyek aştiyê ya cidî hewceyê hawîrdorek e ku destûrê dide hemû aliyên peywendîdar bi rastî beşdarî diyalogê bibin. Ehmed got: "Di vê çarçoveyê de, rêdana kesayetiyên sereke yên wekî Abdullah Ocalan ku peywendiyê bikin û îfade bikin dikare bibe alîkar ku pirên baweriyê ava bike. Ev yek jî hêmaneke bingehîn di her pêvajoya danûstandinê de ye."

Dr. Ehmed anî ziman ku: "Serketina pêvajoyê li ser rayedarên Tirkiyeyê ferz dike ku gavên cidî di nav pergaleke berfirehtir de ku îradeya siyasî, garantiyên qanûnî, avhewayeke giştî ya ku piştgiriyê dide çareseriyên aştiyane dihewîne, cidîtir biavêjin. Divê aliyê Tirkiyeyê mentiqa 'hevkarê li welat' qebûl bikeˊ tev bigere, ji nêrîna serdestiya neteweyî dûr bikeve û şertên pêvajoya aştiyê wekî pêwîstiyeke neçar ku ji hêla berjewendiya dewleta Tirkiyeyê ve tê ferzkirin û her weha wekî garantorek ewlehî û aramiya civaka Tirkiyeyê, bihesibîne."

ˋNEBÛNA OCALAN Û BANDORA WÎ LI SER DANÛSTANDINANˊ

Der barê îhtîmala serkeftina her danûstandinekê de ji ber nebûna fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, nekarîna wî ya ragihandinê û înkarkirina "mafê wî yê hêviyê", Elî Ehmed axivî: "Çarçoveya giştî ya înîsiyatîfê ji hêla Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ve hatiye formulekirin. Ew ji hemû hûrgulî û tevliheviyên înîsiyatîfê haydar e û têgihîştineke rast a çarçoveya herêmî û xaçerêyên wê bi rastiya herêmî ya Tirkiyeyê re heye. Wekî din, ew di nav Kurdan de li seranserî Rojhilata Navîn û li çaraliyê cîhanê xwedî pozîsyonek xurt e, ji ber rola wî di zindîkirina pirsgirêka Kurd li ser nexşeya têkiliyên herêmî di dehsalên borî de."

Ehmed got: "Ezmûna navneteweyî nîşan dide ku ragihandina rasterast û zelal di navbera aliyên sereke de di her pêvajoya danûstandinê de şansê serkeftinê zêde dike, nemaze di mijarên tevlihev ên têkildarî ewlehî û aramiya civakan de û d demên aloz de wekî yên ku niha Tirkiye û jîngeha wê ya herêmî dijîn."

Di berdewama axaftinê de Ehmed wiha raber kir: "Ji ber vê yekê, nebûna Birêz Abdullah Ocalan wekî danûstandkar û lîstikvanekî sereke di çavdêriya hemû hûrguliyên pêvajoya aştiyê de ku wî di destpêkê de amade kiribû dibe ku bandora diyalogê sînordar bike û şiyana avakirina têgihîştinên domdar qels bike. Her çend hin gav dikarin bi rêyên nerasterast werin bidestxistin jî, nebûna Birêz Ocalan û ragirtina wî ya berdewam dê her hewldanek kêmtir bikêr bike û nebûna wî dê rê li ber her pêşveçûnek tê xwestin bigire."

ˋTECRÎD ALOZIYAN KÛRTIR DIKE Û ÇARESERIYAN ASTENG DIKEˊ

Lêkolîner Ehmed diyar kir ku berdewama tecrîdê rê li ber gihîştina çareseriyek siyasî û avakirina bingehên civakek demokratîk digire û wiha anî ziman: "Tecrîd, di her çarçoveyek siyasî de, rê li ber herikîna ramanan û danûstandina vîzyonan digire, bandorek neyînî li ser şansê gihîştina çareseriyên lihevkirî dike. Di rewşa Abdullah Ocalan de berdewama sînordarkirinan dê rewşê hîn aloztir bike, nemaze ji ber ku em qala kesayetek girîng wekî damezrîner û rêberê dîrokî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin, ku di nav ast û bingehên wê yên cûda de xwedî pozîsyonek zexm e."

Dr. Ehmed di dewama axaftinên xwe de got: "Çareseriyên siyasî her gav li ser bingeha diyalog û baweriya hevbeş di navbera aliyan de ne. Ger em li tiştê ku aliyê Tirkiyeyê îro pêşkêş kiriye binêrin, tevî gavên ku PKK di çend mehên borî de ji bo nîşandana cidiyetê avêtine em dibînin ku bersiva fermî ya aliyê Tirkiyeyê negihîştiye asta xwestî da ku hawîrdorek danûstandinê ya guncaw ji bo çareseriyek siyasî biafirîne. Ev jî wê aramiyê bîne û ewlehiyê zêde bike, hem di nav Tirkiyeyê de hem jî li welatên cîran ên wekî Sûriye û Iraqê."

ˋMERCÊN VEGUHERANDINA ÎNÎSIYATÎFÊ BO RÊYEKE PRATÎKÎˊ

Girêdayî vê mijarê Dr. Ehmed anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya cidî şertek bingehîn e û got: "Azadiya Abdullah Ocalan şertek girîng e ji bo ku pêvajoya aştiyê bi awayekî cidî bidome. Dema ku em li ezmûnên berê dinêrin, bi taybetî danûstandinên ku di navbera salên 2013 û 2015ˊan de pêk hatin, tevî pêşketinên ku hatine bidestxistin jî, yek ji sedemên netemambûnê nebûna azadiya tevahî ya Ocalan bû."

Lêkolîner Ehmed destnîşan kir ku "ji ber vê yekê, mijara berdana Ocalan nayê kêmkirin, ji ber ku ew hîn jî di nav partiyê de xwedî rewatiya dîrokî, sembolîk û rêxistinî ye. Şiyana wî ya bandorkirina biryarên agirbestê yan destnîşankirina leza danûstandinan ne tenê teorîk e, lê di rewşên berê de jî hatiye îspat irin. Bi vî awayî, dabînkirina ragihandinek azadtir û bibandortir dikare bibe alîkar ku baweriya destpêkê di navbera aliyan de ava bibe, bersivên di nav avahiya rêxistinî ya partiyê de bileztir bike û xetera parçebûn an helwestên cihêreng di nav tevgera Kurd de kêm bike."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Ehmed got: "Der barê berdewama wesifkirina PKKˊê wekî "dijmin" di xîtabên fermî yên Tirkiyeyê de serdestiya nêzîkatiyek li ser ewlehiyê nîşan dide. Ev jî hawîrdora danûstandinan qels dike û baweriyê têk dibe. Wekî din, her gavek sembolîk - wekî kêmkirina çalakiyên çekdarî yan ragihandina niyetên ji bo kêmkirina aloziyê - nikare wekî 'serkeftina dawî' were hesibandin, wekî ku carinan di xîtaba siyasî de tê gotin. Ev yek wekî ku serokkomarê Tirkîyeyê dema ku gava 'sembolîk' ya avêtina çekan a ku hêzên PKK'ê di Gulana borî de pêk anîbûn şîrove kir jî diyar e. Ji ber ku mentiqa çareseriyên siyasî li ser pêngavên gav bi gav û tawzîdanên hevbeş e, ne li ser ragihandina serketinê ye."

Taha Elî Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdariya azad a Rêber Abdullah Ocalan di veguherandina înîsiyatîfa wî bo pêvajoyek siyasî ya pratîkî de û got: "Ev yek hewce dike ku di navbera aliyê sembolîk-siyasî û şiyana rastîn a bidestxistina serkeftinek de cûdahî were kirin. Pêşî, divê em di navbera 'girîngiya sembolîk-siyasî' û 'şiyana pratîkî ya afirandina serkeftinek' de cûdahî bikin. Bi awayekî sembolîk, Abdullah Ocalan di nav PKKˊê de xalek referansa bingehîn a rewşenbîrî û siyasî dimîne. Ezmûnên 2013 û 2015ˊan, bi taybetî Deklarasyona Cejna Newrozê ya 2013ˊan, nîşan dan ku destwerdana wî ya rasterast dikare bi lez û bez bibe sedema aramkirina aloziyê li ser erdê û kontrolkirina nisbî ya rîtma rêxistinê. Ev mînak tê vê wateyê ku beşdariya wî ya 'çalak' (ne tenê sembolîk) ji bo afirandina xalek destpêkirinê yan vejandina her pêvajoyek danûstandinê amûrek girîng e."

Ehmed da zanîn ku tevî pirrengiya daîre, ast û navendên biryardanê di nav PKKˊê de jî, ji Çiyayên Qendîlê bigire heya torên siyasî yên girêdayî wê di nav Tirkiyeyê de, pozîsyona navendî ya Rêber Abdullah calan di vê çarçoveyê de hema hema kevirê bingehîn dimîne.

Têkildarî guhertina siyasî yên li Tirkiyeyê ji 2015ˊan pêk hatine ve Ehmed destnîşan kir ku hawîrdora siyasî ya Tirkiyeyê ji hilweşîna pêvajoya danûstandinan di 2015ˊan de, bi derketina nêzîkatiyek li ser ewlehiyê û tengbûna cihê çareseriyên siyasî, digel hesasiyeta dewletê ji her formulek ku dibe ku wekî danûstandin bi rêxistinek çekdarî re were şîrovekirin, veguherînên girîng derbas kiriye.

Di astek berfirehtir de, Ehmed axivî ku veguherînên li Sûriye û Iraqê pirsgirêk tevlihev kirine û ew bi hevsengiyên ewlehiyê ve girê dan ku ji çarçoveya navxweyî ya Tirkiyeyê wêdetir diçin û got: "Ji ber vê yekê, beşdariya azad a Ocalan dikare bibe faktorek girîng a gengaz, lê ew ê bi xweber neguhere rêyek siyasî ya guncaw heya ku 3 şertên weke neyên bicihkirin:

Ya yekemîn, divê dewleta Tirkiyeyê îradeya siyasî nîşan bide ku ji nêzîkatiyek bi tevahî li ser bingeha ewlehiyê ber bi nêzîkatiyek civakî-siyasî ve biguhere.

Ya duyemîn, divê xîtab û bernameyek were pêşxistin ku ne tenê di nav PKKˊê de, lê di heman demê de ji bo hemû aktorên siyasî yên rewa yên Kurd ên li Tirkiyeyê jî qebûlkirî be.

Ya sêyemîn, divê çarçoveyek saziyî ya zelal ji bo danûstandinan were damezrandin ku garantiyên hevbeş, mekanîzmayên pêkanînê û bernameyek diyarkirî jî di nav de bin, da ku pêvajo ji bo baweriya kesane yan têkiliyên nefermî neyê hiştin."

Lêkolînerê Kar û Barên Rojhilata Navîn û Siyaseta Nasnameyê Dr. Taha Elî Ehmed di dawiyê de got: "Azadiya tevgerê ya Ocalan derî vedike, lê di heman demê de ji bo avakirina rêya hewldanên dilsoz jî hewce dike. Ev yek pêwîst dike ku qaîdeyên lîstikê di navbera Enqere û tevgera Kurdî de ji nû ve werin destnîşankirin û dosya ji mijarek ewlehiya neteweyî ya tenê veguherîne mijarek siyasî û civakî ku dikare di nav saziyên dewletê de were birêvebirin. Bêyî vê yekê, her hewldanek dê meyla têkçûyîn yan jî hilweşînê hebe wekî ku di demên berê de qewimî."

Taha Elî Ehmed kî ye?

Dr. Taha Elî Ehmed lêkolîner û pisporê siyasî yê Misrî ye ku pisporê lêkolînên nasnameyê, karûbarên hindikayiyan û siyaseta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye. Ew analîzên stratejîk û nirxandinên rewşê dinivîse, lêkolîna xwe girîngiyê dide nakokiyên jeopolîtîk, Durzî û bandora hindikayiyan li qada Sûriyê û herêmî.

(fr)

ANHA