Lêkirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê bi dawî bû

Rêveberiya Xweser avakirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê ku dê di demeke nêz de ji bo xwendekaran bê vekirin, bi dawî kir.

Lêkirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê bi dawî bû
16 mijdar 2023   10:48
KOBANÊ

Xebatên avakirina avahiyeke taybet a Zanîngeha Kobanê di sala 2018'an de dest pê kir û piştî demekê rawestiyan, lê par Rêveberiya Xweser biryara domandina projeyê heta dawiyê da.

Rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed destnîşan kir ku di 2018'an de piştî ku Rêveberoya Xweser mîlyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar ji bo temamkirina pêdiviyan wek budce amade kir, projeyê dest pê kir û got: "Rûbera erdê zêdetirî 3 hezar metre ye, tevî rûbera qonaxan bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe. Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe."

Mihemed diyar kir ku ev proje têra hezar xwendekaran dikeû got: "Karên avakirina binesaziyê bi dawî bûn, tenê qîrkirina rêyên derdora wê û danîna torên kehrebeyê mane û ew jî dê di mehekê de bi dawî bibin."

Mihemed wiha domand: "Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberî hene. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê, her wiha muderecek(hol) ku ji bo 400 xwendekaran, holeke pirtûkxane û xwendinê hene."

Dewama Zanîngeha Kobanê roja 22’yê Cotmehê li avahiyeke demkî ya bajarê Kobanê heta amadekirina avahiya nû dest pê kir.

Li Zanîngeha Kobanê 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên. Ew jî ev in (Fakulteya wêjeyan, fakulteya perwerdehiyê, fakulteya zanistên xwezayî, peymangeha zanistên xwezayî, peymangeha zanistên perwerdehiyê, peymangeha bijîşkî, peymangeha teknolojî, peymangeha jimaryariyê, peymangeha zimanan, peymangeha zanistên rêveberî û qanûnî, peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên perwerdehiyê û peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên civakî).

Beşa "Pîşesaziya dermansaziyê" ji bo beşên peymangeha bijîşkî ku berê ji beşên hemşerî, benckirin û taqîgehê pêk dihat, hat zêdekirin. Her wiha beşa biyolojiyayê ku berê girêdayî peymangeha zanistên perwerdehiyê bû û xwendina wê 2 sal û nîv bû, ji bo fakulteya zanistên xwezayî hat zêdekirin û xwendina wê bû 4 sal.

(mh)

ANHA