Şerê Xezayê û bandorên wê li ser herêmê û Sûriyeyê
Şerê li Xezayê tevî tevgerên herêmî û navneteweyî didome, hemwextî wê tu çareserî di dema nêz de tune ne, nexasim ku Îsraîl îsrar dike destkeftiyên leşkerî bi dest bixe, li hember wê jî Hemas gelek kartên hêzê di destê xwe de hiştine wek dosyaya dîlgirtiyan, di encamê de jî dibe ku bandoreke mezin li Sûriyeyê bê kirin.
Geşedanên leşkerî û siyasî yên li Xezayê nîşan didin ku şer ber bi nediyarbûnê ve diçe û hemû senaryo gengaz in, ji ber ku herdu aliyên şer vî şerî wek qonaxeke girîng û dawîn dibînin, ku eger Îsraîl bi ser bikeve dê di encamê de Hemas bi temamî bi dawî bibe û di herêmê de koalîsyoneke herêmî, navneteweyî û erebî bê avakirin û armanca wê koalîsyonê hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye, Iraq, Lubnan û Yemenê ye.
Eger Îsraîl bi ser neket û rewşa Xezayê nehat guherîn jî wê demê Hemas dê vê yekê wek serkeftinekê li dijî Îsraîlê ragihîne.
Di encamê de dibe ku bandor li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê bibe nexasim ku di çend rojên dawîn de piştî xîtaba sekreterê giştî yê Hîzbullah Hesen Nesrellah rewşa li ser sînorê Lubnan – Îsraîl tevlihev bû.
Der barê bandorên xîtabê û tevgera hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye, Iraq û Lubnanê de hat diyarkirin ku van hêzan dest bi zextkirina li Amerîkayê li Sûriye û Iraqê kiriye, her wiha ji Lubnanê de gefê li Îsraîlê dixwin ku di encamê de dibe ku şerekî vekirî dest pê bike û ev jî ne li gor daxwaza hêzên herêmî û navneteweyî ne.
Bi taybetî li Sûriyeyê mirov dikare geşedanên dawîn li gor 3 qonaxan dabeş bike, ya yekem ew e ku zextkirina li ser hêzên Amerîkê ji aliyê hêzên Îranê ve, her wiha tê gotin ku ew hêz li başûrê Sûriyeyê û sînorê Colanê zêdetir bibe û zextê li Îsraîlê jî bikin.
Her wiha ji encamên wî şerî mijûlbûna erebî, herêmî û navneteweyî bi şerê li Xezayê hişt ku gelek dosyayên li Rojhilata Nvîn, ji wan jî dosyaya Sûriyeyê were paşguhkirin. Têkildarî dosyaya Sûriyeyê rêveçûna normalîzekirina Erebî bi Şamê re û rêveçûna nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de ye.
Têkildarî heman mijarê dibe ku dewleta Tirk a dagirker vê mijûlbûnê li gor xwe bi kar bîne û sewqiyatên xwe yên leşkerî bişîne baregehên xwe yên li Sûriyeyê û gelek baregehan ava bike. Wê yek hişt hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê êrişên li dijî gundewarên Idlib, Hema û Helebê zêde bikin.
ENCAM
Di encama analîzkirina borî de diyar dibe ku li pêşiya hewldanên rawestandina şerê Xezayê gelek astengî hene nexasim piştî zêdebûna piştgiriya ji Hemasê re û şermezarkirina êrişên Îsraîlê ku ev ji bo Hemasê baş e.
Pêkanîna van armancan divê bi hemleyeke leşkerî ya mezin be û pê re zexta navneteweyî, erebî û herêmî ya li dijî Îsraîlê dê zêdetir bibe, hem di aliyê çalakkirina hêzên Îranê û vejandina rêxistinên tundraw li Rojhilata Navîn û cîhanê, hem jî di aliyê bandorên siyasî û aborî de.
Tevî ku hemû hêzên navneteweyî û herêmî ji encamên şer tirsiyane lê dîsa jî hemû çareseriyên pêşniyarkirî dûrî rastiyê ne, wek avakirina rêveberiyeke ji aliyê dewletên erebî yan navneteweyî ji bo rêvebirina Xezayê ku ev jî ji bo şêniyên Xezayê dagirkirineke nû ye. Serokê Amerîkayê Joe Biden di çend rojên borî de çareserî pêşniyar kir û tê pêşbînkirin ku ev pêşniyar ji aliyê Îsraîlê ve bên redkirin. Di encamê de alozî kûrtir dibe û çareseriya herî guncaw avakirina pergaleke demokratîk e ku tê de hemû pêkhate cih bigirin, ev jî fikrê neteweya demokratîk e.
(mh)
ANHA