Şerê Xezayê û rola Qeterê rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî yên vê îro cih dan geşedanên li Xezayê, rola Qeterê û armancên wê yên navbeynkariya navbera Hemas û Îsraîlê.

Şerê Xezayê û rola Qeterê rojevên rojnameyên erebî bûn
16 mijdar 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Hura bal kişand ser pêşniyara berdana 50 jin û zarokan ji esilê 240 dîlgirtiyên biyanî û îsraîlî yên li Xezayê ji aliyê Hemasê ve tên ragirtin. Di rapora El Hura de hat destnîşankirin ku Hemasê pêşniyar qebûl kiriye, Îsraîl jî hîna nîqaş dike. Hat diyarkirin ku li hember berdana dîlgirtiyan, dê Îsraîl jî ji 3 heta 5 rojan şer bisekinîne, alîkariyên mirovî ji bo Xezayê zêde bike û hejmareke ne diyar a jinan û zarokên li girtîgehên Îsraîlê serbest berde. 

QETER TÊKILIYÊN XWE BI HEMASÊ Û TEVGERÊN ÎSLAMÎ RE ISTîSMAR DIKE

Di nûçeya rojnameya El Ereb de jî hat gotin ku Qeter bi hemû hêza xwe hewl dide sûdê ji rewşa dijwar a Hemasê werbigire û bi rêya hêsankirina berdana dîlgirtiyan a li ser daxwaza serokê Amerîkayê Joe Biden, Amerîkayê razî bike. Hat destnîşankirin ku Qeter dixwaze têkiliyên xwe bi Hemasê û tevgerên din ên Îslamê re istismar bike da ku bandora xwe ya herêmî nîşan bide û ji Washingtonê re îsbat bike ku ew dikare di nermkirina helwestên mîna van tevgeran de rol bilîze.

Rojnameyê îşaret pê kir ku hevkariya bi DAY`yê re û fişara li ser Hemasê ji bo serbestkirina dîlgiriyan, alîkariya Qeterê dike ku berjewendiyên xwe yên mezin bi taybet di warê gazê de biparêze.

(şx/c)