Lavrov sibe li Çînê ye

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku çaverê ye nîqaş li ser gelek mijaran bên kirin; ji wan krîza Ukraynayê, rewşa li herêma Asya û Okyanûsa Hadî.

Lavrov sibe li Çînê ye
7 nîsan, 2024   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, sibe wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Çînê dike.

Wezaretê bi daxuyaniyekê anî ziman ku di 8-9ˊê Nîsanê de dê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Çînê bike û çaverê ye dan û standinan bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yi re bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin dê her du wezîr dozên hevkariya dualî û hevkariya li qada navneteweyî nîqaş bikin.

Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve yê Çînê Mao Ning anî ziman ku dê Lavrov li gorî vexwendina Wang Yi serdana Çînê bike.

(fr)