Li Derayê 17 kes hatin kuştin

Li bajarê Senemên du komên çekdar bi hev ketin, di encamê de heta niha 17 kes hatine kuştin.

Li Derayê 17 kes hatin kuştin
7 nîsan, 2024   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), koma bi serkêşiya Muhsin El Hêmid û koma bi serkêşiya Ehmed Cemal El Lebad bi navê ˊŞebetˊ li taxa Core yê Senemên ê Derayê bi hev ketin. Heta niha 17 kes ji her du koman hatine kuştin. Ev yek li ser paşxaneya teqîna mayîna du, pêk hat. Koma bi serkêşiya Muhsin El Hêmid berê di nava çeteyên DAIŞˊê de bû û niha ji bo îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê dixebite û koma bi serkêşiya Ehmed Cemal El Lebad bi navê ˊŞebetˊ berê di ˊewlehiya dewletêˊ de bû. 

Li gorî malpera ˊKombûna Ehrar Horanˊ, koma El Hêmid gelek malên ferdên koma Ehmed Cemal El Lebad şewitandin û piştre şêniyan 2 zarokên di malan de şewitîbûn, dîtin.

Ev pevçûn li ser paşxaneya teqîna mayîna duh ku di encamê de 8 zarok bûne qurban, pêk hat.

(fr)