Karavana gelan berê  xwe da Rojava

Ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re Karavana Gelan (People's Caravan) RiseUp4Rojava ku wê berê xwe bide Rojava.

Karavana gelan berê  xwe da Rojava
22 ÇILE, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tora kolektîfên şoreşger a ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava hatiye avakirin RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) di çarçoveya seferberiyê de bi kampanya People's Caravan (Karavana Gelan) bang li derdorên cuda yên li cîhanê kir ku berê xwe bidin Rojava.

Li gorî agahiyên ku di hesabê Instagramê hatin parvekirin, ji îro û pê ve wê ji bo çûyîna Rojava li 4 deveran kombûn destpê bike. Kombûn wê li Bakurrojhilatê Almanyayê, Başûrrojavayê Almanyayê, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Polonya û Slovakyayê pêk were û piştre jî rêwîtiya ber bi Rojava destpê bike.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo tevlîbûnê agahiyên têkildanînê bi vî rengî ne:

"Ji Signal'ê @caravankoban.15 yan jî +491521 782023 û li ser navnîşana [email protected] email dikare bê şandin."