Di rojnameyan de rewşa kampên rojavayê Sûriyeyê, Îran û Tûnisê

Koçberên li kampên bakurê rojavayê Sûriyeyê di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Hikumeta demkî ji bo çareserkirina krîzê û berhevkirina alîkariyan soz dabû, lê rewşa wan baş nebûye. Îhtîmala pêşketinên li Îranê ber bi pevçûnê ve biçin, zêde dibe. Parlamenterên Tunisê pêşnûmeya hilweşandina Tevgera El Nehda nîqaş dikin.

Di rojnameyan de rewşa kampên rojavayê Sûriyeyê, Îran û Tûnisê
21 sibat, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa xirab a kampên bakurê rojavayê Sûriyeyê, rageşiya li Îranê û rewşa Tunisê.

‘REMEZAN LI KAMPÊN BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYEYÊ; MALBAT JI BO MAYÎNÊ TÊ DIKOŞIN’

Rojnameya El Ereb ku bal kişand ser rewşa kompên li bakurê rojavayê Sûriyeyê û diyar kir ku koçberên li kampên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî zêdetirî 14 sal e malên xwe terikandine, di mercên jiyanî yên dijwar de pêşwaziya Remezanê kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî ketina rejîma Baasê jî gelek malbatên sûriyeyî yên li kampan ji ber wêraniya mezin a li gund û bajarokên wan bûne, nikarin vegerin cih û warê xwe.

Hate gotin, koçberên van kampan nikarin amadekariyên meha Remezanê bikin, lê hêviya wan tenê li alîkariyên mirovî  ye ku ji xurek û pêdiviyên paqijiyê pêk tê.

Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku hikumeta demkî beriya nêzî du mehan kampanyayeke dabû destpêkirin û diyar kir ku "wezareta diravî ya hikumetê di çarçoveya kampanyayê de bi beşdariya rayedar û nûnerên gelek rêxistinan atolyayek li dar xist, lê rewşa koçberan baş nebû."

‘ÎRAN LI BER PEVÇÛNÊ YE’

Der barê rewşa Îranê de, rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsand: "Di demekê de ku serokê Amerîkayê Donald Trump 10-15 roj dane Îranê da ku bigihêje lihevkirinekê li gorî şertên Washingtonê be, tevgera leşkerî ya Amerîkayê li herêmê zêde bûye ku leşker û alavên zêde dişîne. Ev dîmen nîşaneyên helwesteke zelal a şer e. Di vê navberê de, axaftina li ser atmosfereke erênî ya li dora dan û standinên Cinêvê yên ku roja sêşemê ya borî hatin lidarxistin, kêm bûne. Di nav derdorên ewlehî û medyayê yên Amerîkayê de li axaftinên li ser ser nêzîkbûna 'saeta sifir' û îhtîmala ku rewş ber bi pevçûneke vekirî ve biçe, derdikevin pêş."

‘PARLAMENTOYA TUNISÊ Û GULEYA DAWÎN LI BERMAHIYÊN ÎXWAN EL MUSLIMÎN’

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya The Independent destnîşan kir ku endamên parlamentoya Tunisê ji bo hilweşandina Tevgera El Nehda El Îslamiye ya ku ji ber pêvajoyên qanûnî û pirsgirêkên din bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye, tevgerek daye destpêkirin. Ev tevger pirsên cidî derdixe holê ka gelo ev yek dê tevgerê bêtir qels bike.

Li gorî rojnameyê, parlamenter Fatima El Mesdî aşkera kir ku ji bo hilweşandina Tevgera El Nehda pêşnumeyeke qanûnê heye ku dê bikeve dengdanê.

Hate gotin, ev tevger di demekê de tê kirin ku desthilata Tûnisê biryara girtina baregeha tevgera El Nehda ya li paytextê daye, lê der barê siberoja tevgerê de hîna biryara dawîn nedaye.

(bb)