Kovara Afaq Almeraa bi hejmara taybet derket
Kovara Afaq Almeraa ku 2 mehan carekê li ser navê jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve, bi hejmarek taybet, cih da panoramayên sala 2023'yan ên rêxistin, sazî, partî, dezgeh, komele û tevgerên jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê, Rojhilata Navîn û Ewropayê.
Hejmara 6’an a kovarê jî wekî hejmarek taybet gihîşt ber destê xwendevanan. Di hejmara taybet de kovarê cîh daye xebatên salekê yên rêxistin, tevger, sazî û dezgehên jinan ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê, Rojhilata Navîn û Ewropayê. Bi gotineke din di kovarê de panoramayên saziyên jinan hatine dayîn. Di vê çarçoveyê de ji rêveberên her saziyekê nêrîn û nirxandin hatine girtin.
Di hejmara ku ji 132 rûpelan pêk tê de, sernivîs bi navê, “Têkoşîna Jinan a Sala 2023’yan Bingeha Serketinên Sala 2024’an e" hatiye dayîn. Di nivîsê de tê gotin ku bi vê hejmara taybet hatiye xwestin bê nîşandan ku têkoşîna saziyên jinan wê ji bo hevgirtin, rêxistinkirina jinan û civakê hêzeke cîhanî ava bike.
Di kovarê de piştî nivîsa destpêkê, nirxandinek Rêber Abdullah Ocalan a derbarê azadiyê de bi sernavê, “Ji bo ku ez jiyanek azad bixwazim divê civaka ku ez tê de dijîm azad bibe” hatiye dayîn.
Rêxistin, tevger, sazî û dezgehên ku nirxandina xebatên wan ên salakê hatine dayîn wiha ne:
-Di çarçoveya dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de Têkoşîna Jinên Pakistanî
-Kongra Star
-Komîteya Pêwendiyan a Kongra Star
-Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-Meclisa Jinan a Sûriyayê
-Desteya Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-YPJ,
-Jîneolojî
-Têkoşîna jinên Ereb ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-Meclîsa Jinan a PYD’ê
-Yekîtiya Jinan a Suryanî
-Mala Jinan a Êzidiyan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê
-Mekteba Jinan a TEV-DEM
-Saziya Newroz a li Lubnanê
-Xebatên li ser zimanê dayikê
-Saziya El – Jinosa Alêkolînan Û Şêwêrmendiyan - Urdun
-Rêxistina Jinên Demokrat a NEDA ku navenda wê li Lubnayê ye û li Rojhilata Navîn kar dimeşîne
-Rêxistina Sara ya Dijî Tundiya Li Ser Jinan ku li tevahiya Sûriyayê kar dimeşîne
-Yekîtiya Jinên Ermen a Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê
-Di Komeleya Tirkmenan de rola jinan
-Înîsiyatîfa Nûn a Jibo Azadiya Ocalan
-Di xebatên wêjeyê de pênûsa jinan
Kesên ku dixwazin hejmarên kovarê û hejmara dawî taybet bibînin, dikarin li ser malpera fermî ya bi navê www.afaqalmaeraa.com xwe bigihînin berfirehiya wan.
ANHA