Rewşenbîran bang li dewleta Tirk kir ku bersivê bide banga aştiyê

Rewşenbîrên Til Temirê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bangewaziya dîrokî ya aştiyê ya ku beriya 2 mehan ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn, paşguh dike.

Rewşenbîran bang li dewleta Tirk kir ku bersivê bide banga aştiyê
30 nîsan, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ji Girava Îmraliyê banga dîrokî ya bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Tevî ku zêdetirî 2 meh di ser vê bangê re derbas bûne jî, rayedarên Tirk tu gavên berbiçav neavêtine û niyeta xwe ya ji bo bersivdayînê yan jî tevlêbûna pêvajoyeke aştiyane, nîşan nedaye. Berevajî vê, êrişên xwe yên leşkerî didomînin û li her derê li dijî Kurdan êrişan berfireh dike.

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê tekez kir ku dewleta Tirk bi paşguhkirina vê bangewaziyê nîşan dide ku ew ê rêbaza çareseriya leşkerî li dijî gelê Kurd berdewam bike.

Mamoste û rewşenbîr Circiz Gelo got: "Helwesta dewleta Tirk a der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de, helwesteke tirsonek û bêberpirsiyarî ye û dide nîşan ku niyeta wê ya rast a pêvajoya aştiyê ya ku mafên rewa yên gelê Kurd misoger dike, tune ye. "

Gelo her wiha got: "Ji ber bombebaran û kokujiyên ku li dijî gelê kurd û gelên herêmê berdewam dikin, heta ku Tirkiye rêber azad neke, dê ti gav ber bi aştiyê ve neyên avêtin. "

Rewşenbîr Meha El Salih dilgiraniya xwe li hember berdewamiya êrişên leşkerî yên dewleta Tirk, tevî banga aştiyê, nîşan da. Mehayê got: "Tirkiye li şûna ku bersivê bide banga Rêber Abdullah Ocalan, êrişên xwe yên bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û çeperên gerilla didomîne. Tirkiye di dîrokê de tê nasîn ku peymanan binpê dike, helwesta wê ya niha jî piştrast dike ku ji her pêngaveke cidî ya çareseriyê direve û paşguh dike. "

Rewşenbîr Remo Heydo banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên herêmê weke mizgînî û hêviyekê nirxand û diyar kir ku hêzên mezin û cîhana azad bi berfirehî piştgirî dane vê bangê, lê dewleta Tirk guh nedaye wê bangê û êrişên xwe yên leşkerî didomîne.

Heydo anî ziman ku eger niyeta dewleta Tirk a aştiyê hebe, divê bi hezaran girtiyên siyasî û di serî de Rêber Abdullah Ocalan serbest berde û deriyê diyaloga rasterast bi wî re veke.

Rewşenbîran di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bersivdana banga Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziya li Tirkiye û herêmê ye.

(k)

ANHA