Komkara Erebî û Washington li hember lihevkirina Etiyopya û Somalîland helwesta nîşan da

Komkara Erebî lihevkirina di navbera Etiyopya û Somalîland de red kir. DYA`yê got divê rêz ji serdestiya Somalî re bê girtin.

Komkara Erebî û Washington li hember lihevkirina Etiyopya û Somalîland helwesta nîşan da
4 ÇILE, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê sekreterê giştî yê Komkara Erebî şêwirmend Cemal Ruşdî got: "Em lihevkirinên li dijî serdestiya Somalî, her lihevkirinekê ku sûdê ji rewşa aloz a li vê dewletê digire, her wiha danûstandinên li vî welatî asteng dike red dikin. Ew li dijî pîvanên navneteweyî ne û li ser yekitiya Somalî gef e."

Ruşdî ragihand ku Komkara Erebî piştgiriya biryara Meclisa Wezîran a Komara Federal a Somalî dike ku lihevkirina hevkariyê ya ku di 1`ê Çileya 2024`an de di navbera Etiyopya û Somalîland de hatiye îmzekirin, nayê qebûlkirin û li dijî serdestî û yekitiya Komara Federal a Somalî ye.

HELWESTA DYA`YÊ

Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê (DYA) jî teqezî bi rêzgirtina serdestiya Somalî piştî lihevkirinê kir.

Girêdayî van geşedanan  berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji rojnamevanan re axivî û got: "DYA serdestiya Komara Federal a Somalî û yekitiya wê nas dike. Em bi şirîkên xwe re heman metirsiyan parve dikin ku aloziyên li Afrîkayê zêdetir dibin."

Miller wiha domand: "Em bang li tevahî aliyan dikin ku dest bi diyalogeke dîplomatîk bikin."

Yekitiya Ewropayê (YE) sêşemê, helwesta xwe nîşan dabû û gotibû divê rêz ji serdestiya Somalî re bê girtin ku "kilîta aştiyê" li Afrîkayê ye.

LIHEVKIRINA DI NAVBERA ETIYOPYA Û SOMALÎLAND DE

Serokwezîrê Etiyopya Ebî Ehmed bi serokê Somalîland Mûse Bîhî Ebdî re lihevkirinek îmze kir. Li gor lihevkirinê, li beramber ku Adîs Ababa Somalîland wek komareke serbixwe nas bike, divê derfetê dide wê ku heta 50 salan sûdê ji axa Somalîland wer bigire ji bo ku xwe bigihîne Deryaya Sor. Nemaze sûd ji bendera Berbera û baregeha leşkerî bigire.

(şx)