72 roj derbaz bûn: Rojnamevan Silêman Ehmed li ku ye?

Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 72 roj derbaz bûn lê heta niha tu agahî nehatin girtin.

72 roj derbaz bûn: Rojnamevan Silêman Ehmed li ku ye?
4 ÇILE, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed Silêman, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.

Rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed Silêman tu agahî parve nekirine.