Serokê Îranê careke din serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê taloq kir

Cîgirê siyasî yê nivîsgeha serokê Îranê ragihand ku serdana Îbrahîm Raîsî ji bo Tirkiyeyê careke din hate derengxistin.

Serokê Îranê careke din serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê taloq kir
4 ÇILE, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor ajansa nûçeyan a Îrna ya îranî ku agahiyên xwe dispêre cîgirê siyasî yê nivîsgeha Raîsî, serokê Îranê Îbrahîm Raîsî serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê ku dihat payîn îro be, piştî teqînînê il bajarê Kerman çêbûne, dereng xist.

Cîgirê siyasî yê nivîsgeha Raîsî Mihemed Hamşîdî ji îrna re wiha axivî: "Rêwîtiya serok ji bo Tirkiyeyê wê di wexteke guncew de pêk were."

Tê bibîrxistin ku 2 teqnînên li nêzî cihê fermandarê berê yê Feyleqê Quds Qasim Suleymanî çê bûne. Di encamê de herî kêm 103 kes hatine kuştin û 188 jî birîndar bûne.

Dihat payîn ku Raîsî 28`ê Mijdarê serdana Tirkiyeyê bikira, lê serdan hate derengxistin. Serokatiya Tirkiyeyê wê demê got Raîsî serdana Tirkiyeyê nake.

(şx)