Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan

Fîlmê ‘Berfîn’ cara yekem, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo hat pêşandan.

Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan
Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan
Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan
Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan
Li Qamişlo fîlmê ‘Berfîn’ hat pêşandan
20 gulan, 2024   20:31
QAMIŞLO

Fîlmê ‘Berfîn’ ku di 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye kişandin, tev li mîhrîcanan bûye û li gelek cihan hatiye pêşandan, li Rojvayê Kurdistanê jî cara ewil li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşandan.

Bingeha kevneşopiya fîlmên ku rastiya gel nîşan didin bi hunermend Yilmaz Guney û Xelîl Dag hat afirandin. Ev kevneşopî, bi fîlma ‘Berfîn’ ku derhêneriya wê rêvebera Sîne Çiya Ozlem Arzeba û ekîba wê dike ve didome.

Dê fîlma ‘Berfîn’ heya dîroka 20-21-22’ê Gulanê saet di 19.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bê nişandan.

(bm)

ANHA