Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn bi daxuyaniya ji bo bîranîna şehîdên şewata sînemaya Amûdê dest pê kir. Piştî serdana Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê wê bername saet 16:00`an dom bike.

Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
Mîhrîcana Fîlm a Rojava dest pê kir
13 mijdar, 2025   12:03
QAMIŞLO

Bernameya 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava îro (13 Mijdar) dest pê kir. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê daxuyaniya destpêkirinê bi boneya 65`emîn salvegera şewata sînamaya Amûdê li cihê sînameya şewitî ya li bajarê Amûdê, li ber peykerên qurbaniyên şewatê da. 

Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND), xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê, hejmarek ji kesayetên navneteweyî û yên Kurd li derveyî welat ku dê wekî mêvan beşdarî mîhrîcanê bibin, hunermend, şêniyên bajarê Amûdê û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Derhêner û Endama Komîna Fîlm Nadiya Derwêş ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Li bîra agirê ku qet namire, di bajarê ku hîn vedenga qêrîna zarokên wê de wijdana sînemayê dihejîne, îsal Amûdê ji nû ve vedigere ku ji nû ve dîwarên wê ronak bibe, ne bi agirê winadabûnê, lê bi ronahiya aferandinê.

Di 65 saliya şewata sînemeya Amûdê, bûyera ku rêbaza vegotin û aferandina çîroka sînemeya Kurdî li Rojava û Kurdistanê guhartiye. Bi dilsoziya cih û rihê sînemeya sermed re em 5`emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava li dar dixin.

Hevdîtina mirovahî bi riya wêneyê hemêz dike, dibêje sînema sînoran nas nake, pireyên di navbera gelan de bi çîrokê yekrêz dike û bi wêneyê rêzgar dike.

Mîhrîcan dê çêker, rexneger û aferînerên fîlm, çîrokan ji Sûriyê û hemû cîhanê hemêz bike, dê rihê rengînbûnê geş bike û deriyên danûstandinên çandî vebike, dê kelepûr û mîrasa kesên ji bo wêneyê şewetînê vejîne û bi ronahiyê biparêze.

Amûdê ji nû ve zindî dibe, ne wek bîranînek xemgîn, lê mîna ronîdarekê riya hunera heftemîn li Rojava û cîhanê ronahî dike. Em bi hev re sînemeya şoreşger pîroz bikin. Ji ber ku bîroka gelan e, Ronahî jî ji agir hêztir e.”

Piştre Çalakvaneke biyanî Karin Desmarowitz ku dê wekî mêvan beşdarî mîhrîcanê bibe axivî û diyar kir ku komkujiya şewata sînemaya Amûdê bi destê rêjîma Bass`ê hatiye kirin û hesab jê nehate xwestin. Gel bi îradeya xwe li hemberî her cure êrişên rêjîmê li ber xwe da.

Karin Desmarowitz da zanîn ku mîhrîcana ku dê îro dest pê bike, ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê ye û banga beşdarbûna mîhrîcanê kir.

Piştî dayîna daxuyaniyê kesayetên ku tevlî daxuyanî bûn, gul danîn kêlek peykera ku şehîdên şewata sînemayê temsîl dike û berê xwe dane hola sînameya Amûdê ya ku nû li başûrê bajarê Amûdê ji hêla Komîna Film a Rojava ve bi alîkariya saziyên sivîl û Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ve tê avakirin.

Paşê wê ji bo bîranîna şehîdan serdana Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo bê kirin.

85 FÎLM Û 22 SANARYO

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê diyar kiribû ku dê 81 fîlm û 22 senaryo tevlî mîhrîcanê bibin, lê komîteyê îro agahiyeke din parve kirin ku 4 fîlmên din jî hatine qebûlkirin. Ev 4 fîlm nakevin çarçoveya nixandina ji bo xelatan, tenê wê werin pêşandan.

BERDEWAMIYA BERNAMEYA ROJA YEKEMÎN

Bernamya roja yekemîn a mîhrîcanê îro saet 16:00`an li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişlo didome. Di bernameyê de yekemîn car fîlmê “Heval Birako” ku çîroka rojnameger Nazim Daştan ê ku di 19`ê Kanûna 2024`an bi êrişa balefireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker tevî rojnameger Cîhan Bîlgîn şehîd bû, bê pêşandan.

(sb)

ANHA