Malpera Rêveberiya Xweser dê bi suryankî jî weşanê bike

Li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin ku dê malper dest bi weşana bi zimanê suryankî jî bike.

Malpera Rêveberiya Xweser dê bi suryankî jî weşanê bike
13 mijdar, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku dê dest bi weşana nûçeyên bi zimanê suryankî jî bike.

Malper bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî weşanê dike. Hate diyarkirin ku ev yek di çarçoveya Hevpeymana Civakî de (12 Kanûn 2023) de pêk tê.