Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Hêzên Îsraîlê bi dijwarî herêmên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
13 mijdar, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichai Adraee îro ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişên hewayî li dijî depoyeke çekan û binesaziya binerd a Hizbullahê pêk anîn.

Li gorî Adraee; “Binesaziya hatiye bombekirin li nêzî deverên niştecihbûnê bû. Ev yek piştrast dike ku Hizbullah di çalakiyên xwe yên di nava tesîsên sivîl de sivîlan wek mertalên mirovî bi kar tîne."

Adraee anî ziman ku balafirên şer paşê li heman herêmê êrişên din li ser "binesaziya din a terorîstan" kirin.

Berdevk diyar kir ku Hizbullah hewldanên xwe yên ji bo ji nû ve avakirina tesîsên leşkerî li seranserê Lubnanê didomîne û lihevkirinên heyî yên di navbera her du welatan de binpê dike.

Avichai Adraee anî ziman ku artêşa Îsraîlê "dê operasyonên xwe ji bo jiholêrakirina gefan û parastina ewlehiya Îsraîlê bidomîne."

Berbanga îro, ji bajarokên Îtrûn û Teyrfelsiyê gelek deverên başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Di heman demê de balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan. Di encama bombebarankirina qiraxên çemê Lîtanî de li hin deveran herîka avê sekinî.

(bb)