Komeleya Mezopotamyayê dê ard bişîne Siwêdayê

Komeleya Mezopotamyayê amadekariyan dike ku 50 ton ard bişîne Siwêdayê.

Komeleya Mezopotamyayê dê ard bişîne Siwêdayê
4 cotmeh, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku dê ard bişîne başûrê Sûriyeyê.

Komeleyê diyar kir ku ew di çarçoveya mîsyona xwe ya piştgirîkirina şêniyên ji deverên cuda yên Sûriyeyê de kamyoneke alîkariyên mirovî dişîne herêma başûr.

Komeleyê diyar kir ku şandina alîkariyan bo başûrê Sûriyeyê bi koordîneya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê re tê kirin.

Komeleyê ragihand ku ji ber kêmbûna ard li herêmê dê 50 ton ard dişîne herêmê û hêvî kir ku ev gav bikare êşa şêniyan sivik bike.

 (bb)