Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Endama Jînelojiyê rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel di 3yemîn salvegera qetilkirina de li ser gora xwe ya li navçeya Cîhanbeyliyê ya bajarê konyayê a Tirkiyê hat bibîranîn.

 Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
4 cotmeh, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4ê Cotmehê 2022an de li bajarê Silemeniyeyê ya Başurê Kurdistanê hat qetilkirin. 

Nagîhan Akarsel di salvegera 3yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê a Tirkiyê hat bibîranîn.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê, Meclîsa jinan a DEM Partî ya Konyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Kordînasyona Jinên Anatoliyayê û parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli tevlî bîranînê bû. Her wiha kurê xaltiya Nagiîhan Akarsel Kemal Yalçin û Reyhan û Yilmaz Yildirimci ên ku Nagîhan Akarsel digot malbata min a manevî ye jî tevlî bîranînê bû.

Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.