Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 42 hezar malbat bê sotemenî ne

Ji ber ambargoya ku hêzên hikumeta veguhêz daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, derdora 42 hezar û 500 malbat ji mazota germkirinê bê par in.

Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 42 hezar malbat bê sotemenî ne
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 42 hezar malbat bê sotemenî ne
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 42 hezar malbat bê sotemenî ne
Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 42 hezar malbat bê sotemenî ne
4 cotmeh, 2025   14:53
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Derdora hefteyeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêye Heleb-Reqa ya nêzî bajarê Dêr Hafirê girtiye û rê nade tankerên sotemeniyê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. 

Endamê Komîteya Sotemeniyê ya her du taxan Mihemed Îbiş diyar kir ku xizmet û mercên jiyanê yên her du taxan ne di dema rejîma berê de û ne jî niha baş nebûne. Îbiş destnîşan kir ku hikumeta veguhêz sozên xwe bi cih nayne û bendên peymana 1’ê Nîsanê ya bi meclisa giştî ya her du taxan re îmze kiriye, binpê dike.

Mihemed Îbiş da zanîn ku derdora hefteyek e belavkirina mazotê hatiye rawestandin û got beriya ambargoyê derdora 7 hezar û 500 malbatî tenê mazota ji bo sobeyan wergirt û bi kêmanî 42 hezar û 500 malbat bê mazot in.

Mihemed Îbiş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandorên ambargoyê û got: "Şêniyan piştî hilweşîna rejîma Baasê hêvî dikir ku şert û mercên xizmetguzariyê baştir bibin. Lê rewş hîna wekî berê ye. Her du tax wekî salên berê paşguhkirî ne û di bin dorpêçê de ne. Ev jî bandoreke neyînî li ser civak û cihên girîng dike.”

1’ê Cotmehê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber kêmbûna mazotê di depoyên yedek de biryar da ku saetên xebitandina jeneratoran kêm bike.

Îbiş bang li hikumeta veguhêz kir ku şaşiyên rejîma berê dubare neke û ambargoya li ser her du taxan rake.

Hikumeta veguhêz gelek rêyên di navbera Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê de girtine.

(bb)

ANHA