Koçberkirina Filistîniyan û civîna Qahîreyê rojevên rojnameyên erebî ne

Li gorî rojnameyên erebî, Netanyahu bi pêşniyar û çareseriyên sosret hemû pirên aştiyê hilweşandin. Rojnameyan bal kişand ser civîna awarte ya der barê Filistînê de ku dê li Qahîre were lidarxisstin û diyar kir ku civîne hewldanek ku ji xwe ji rûbirûbûna bi rêveberiya DYA’yê re were dûr bixe û  Îsraîlê tengav bike.

Koçberkirina Filistîniyan û civîna Qahîreyê rojevên rojnameyên erebî ne
10 sibat, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibê rewşa Xezeyê û planên Trump her wiha civîna bilind a Qahirayê de nirxandin.

PIRSGIRÊKA ASÊ

Rojnameya El Xelîc li ser mijara koçberkirina filistîniyan nivîsî: "Netanyahu bi qestî hemû pirên aştiyê bi rêya pêşniyar û çareseriyên sosret hilweşand. Trump bi wan pêşniyaran hemû qanûnên navneteweyî û hemû prensîbên dadmendiya navneteweyî binpê kirin, dema ku xwest Xezayê were vala kirin çi bi rêya koçberiya bi darê zorê yan a dildarî ber bi Misir, Urdun û Erebistana Siûdî ve, ku ev plan ji dewletên kendavê, dewletên Erebî û cîhanê ve hate şermezarkirin. "

Rojnameyê nivîsî "Ev planeke dîn e ku tu kesê bi aqil qebûl nake, ji ber ku cîhan ne erdên vala ne ku her kes wekî bixwaze dikare bide kê. Dinya hîn negihîştiye wê astê ku karibe ehmeqiyê wiha tehmûl bike, ku bi eşkereyî tawanên şer in, ku Netanyahu wek însiyatîfa aştiyê dihesibîne ji bo parastina gelê Xezayê ku wî bixwe sûc û komkujî li dijî wan pêk anî."

CIVÎNA EREBÎ YA LI QAHÎREYÊ JI BO HEVGIRTINA LI DIJÎ PLANÊN KOÇBERKIRINA XELKÊ XEZAYÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa lidarxistina civîneke awarte ya Erebî li Qahîreyê ya der barê Xezayê de kir û wiha nivîsî: "Lûtke dê hewil bide nekeve arîşeyê bi rêveberiya Amerîkayê re, da ku karibe bide ku Îsraîl bi tenê bihêle û wê bixe quncika teng û tengav bike, û pêşnîyarên maqûl pêşkêşî Civîna Bexdayê bike, ku şêniyên Xezayê li cihên aram bike. "

Rojameyê destnîşan kir ku lûtke niha hewce ye ku "çarçoveyek taybetî ji bo rola Hamasê di siberojê de were danîn, û nêrînek were pêşkêş kirin da ku rê nede dîsa desthilata wê li ser rêveberiya Xezayê vegere û çêkirina atmosfera ji bo xurtkirina desthilata Filistînê ku karibe rola xwe li Xezayê pêk bîne. "

(k)