Îsraîl: Me li nuqteyên Hizbullahê xistin

Artêşa Îsraîlê daxuyand wê li Lubnan û Sûriyeyê nuqteyên Hizbullahê bombebaran kirine.

Îsraîl: Me li nuqteyên Hizbullahê xistin
10 sibat, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê daxuyand wê li herêma Bîqa a Lubnanê tuneke ku ji Sûriyeya heya Lubnanê dirêj dike bombebaran kir. Artêşê ragihand ku Hizbullah tunel ji bo qaçaxçîtiya çekan bi kar dianî. 

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku wê li herêma Qelid El Sebih a li ser sînorê Sûriyeyê jî bombebaran kiriye.

Di daxuyaniya artêşê de hate destnîşankirin ku "Hêzên asmanî yên Îsraîlê çend navendên Hizbullahê wekî cebilxane û roketavêjên ku li ser xaka Libnanê xeternak in, xistin."

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Sehlat El Ma yê Bîaqê Saziya Zekba Weqfa û malek bombeberan kir, lê tu zerarên canî çênebûn.

Agirbesta Hizbullah û Îsraîlê 27’ê Mijdara 2024’an kete meryetê. Li gorî çavdêran ji ber êrişên domdar ên li Îsraîlê yên li ser Lubnanê agirbest sist e. Her du alî (Îsraîl û Hizbullah) bi binpêkirina agirbestê hev din tawanbar dikin.

(bb)