Ji ber teqîna mayînan 5 kes bûn qurbanî

Li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna mayînên ji bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Ji ber teqîna mayînan 5 kes bûn qurbanî
10 sibat, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li devera Resafa ya rojhilatê bajarê Reqayê ya di bin kontrola desthilata Şamê de, ciwanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi erebeya wî de jiyana xwe ji dest da. Ha zanîn ku ciwanê jiyana xwe ji dest daye, ji gundewarê bajarê Hemayê ye.

Li gundê Xelsa yê başûrê bajarê Helebê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî 3 zarok ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku li bajarê Tadifê yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin jî ciwanekî dema di nava zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitî mayîn pê de teqiya û di encamê de birîndar bû.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal (2025) ve ji ber teqîna mayînên bermahiyên 6 jê jin û 28 zarok bi giştî 149 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha 190 kes jî birîndar bûn ku di nav de 86 jin û zarok hene.

(bb)

ANHA