Bîlançoya şewata li Bakur girantir bû: 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên di şewata li herêmên Mêrdin û Amedê yên Bakûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, derket 15 kesî.

Bîlançoya şewata li Bakur girantir bû: 15 kesan jiyana xwe ji dest da
23 hezîran, 2024   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji welatiyên ku di şewata navbera Mêrdin û Amedê derketibû de birîndar bibûn, Helîme Erdem jiyana xwe ji dest da. 

Bi vî rengî hejmara welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan derket 15’an.

Cenazeyên 10 kesên jiyana xwe ji dest dabûn li gundê Kelekê, yên 2 kesan li gundê Tobîniyê û bi cenazeyê Halîme Erdem re jî yên 3 kesên din li gundê Herberê hatin veşartin.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Resul Yılmaz, Şeyhmus Demir, Mezher Demir, Remzi Yılmaz, İsmail Yardımcı, Abdurrahman Buğdaycı, Sinan Deviren, Rezan Yılmaz, Azad Yılmaz, Taliha Demir, Nuri Demir, Fadıl Demir, Kerime Erdenli, Ubeydellah Buğdaycı, Halime Erdem.”

Şeva 20’ê Hezîranê (2024) li gundên Tobînî û Herberê yên girêdayî navçeya Çinar a girêdayî Amedê û gundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrex a bajarê Mêrdînê yên Bakûrê Kurdistanê, şewat derketibû. Di şewata ku hat gotin ji ber têlên ceyranê yên saziya dewletê derket û 2 rojan dom kir de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 80 kes jî birîndar bûn.

Ji ber şewatê qadeke 66 hezar kilometre çargoşe jî ziyan dît, bi hezaran lawir jî telef bûn.

(a)

ANHA