Jiyana siyasî li Sûriyeyê û bandora şerê Îranê

Çavdêran diyar kir ku "jiyana siyasî ya asê ya Sûriyeyê mîrateyeke dirêj a felcbûnê” nîşan dide û qanûnek ku xebata siyasî bi rêxistin bike, tune ye. Her wiha hişyarî dan ku zêdebûna rageşiyên bi Îranê re aramiya pergala bankan bi gerfan re rû bi rû dihêle.

Jiyana siyasî li Sûriyeyê û bandora şerê Îranê
25 nîsan, 2026   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayê rewşa jiyana siyasî li Sûriyeyê û xetereyên deryayî yên ji ber tevliheviyên jeosiyasî nirxandin.

JIYANA SIYASÎ LI SÛRIYEYÊ

Platforma Ultra Sawt raporek li ser jiyana siyasî ya Sûriyeyê weşand. Hate destnîşankirin ku "Rewşa heyî di bin bandora mîrateyeke dirêj a astengkirin û tepeserkirina sîstematîk de maye. Sîstema siyasî ya asêmayî yek ji krîzên herî berbiçav ên qonaxa heyî ye. Sedema vê yekê jî nebûna çarçoveyên qanûnî û rêziknameyî ye ku dê rê bidin ji nû ve avakirina siyaseta partiyan.”

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku deregxistina derxistina qanûna partiyan astengiyeke sereke ye û hate gotin: "Jiyana partiyan sekiniye heta ku qanûna pêşbînkirî were pejirandin. Avahiya heyî ya Meclisa Qanûnsaz baweriyê nade îhtîmala çêkirina qanûneke demokratîk a bibandor.”

Raporê îşaret bi vê yekê kir ku bangên hilweşandina hin tevgerên siyasî û nebûna axaftinan li ser demokrasiyê di daxuyaniyên fermî de jî nîşaneyên din ên tengasiya qada siyasî ne. Her wiha hate gotin, avahiya partiyên kevneşopî ji ber parçebûnê qels bûye, ji ber vê yekê nikarin rola xwe ya berê bi dest bixin.

Di raporê de bandora medyaya civakî wek aktoreke bingehîn ku dikare raya giştî çêke, hat binavkirin, lê dîsa jî ber pêşketina "şerê teng ê li ser nasnameyê" nabe alternatîfeke aram ji bo xebateke siyasî ya birêxistinkirî.

'BANDORÊN ZÊDEBÛNA RAGEŞIYÊN BI ÎRANÊ RE LI SER ABORIYA CÎHANÊ'

Rojnameya El Nehar a Lubnanê bal kişand ser bandora rageşiya Îranê ya li ser aboriya cîhanê. Hişyarî hat kirin ku ev rageşî bandorekê li ser îstiqrara pergala bankên navneteweyî bike.

Hate gotin, şerê nûjen bi dengeyên hêza siyasî nayê pîvandin, lê bi hêza çêkirina tevliheviyan li bazarên enerjiyê tê pîvandin.

Rojnameyê cih da girîngiya Tengava Hurmuzê ji bo petrola cîhanê û destnîşan kir ku her gefek li ser tengavê dibe sedema bilindbûna buhayên petrolê û ev jî dibe sedema qeyraneke cîhanî.

Li gorî rojnameyê, bilindbûna rêjeyên faîzê dikare bibe sedema windabûna nirxên bendan ku aramiya bankayan tehdît dike, wekî ku di krîzên berê de qewimî. Her wiha hişyarî hat kirin ku yek dikare her krîzeke herêmî veguherîne krîzek sîstemîk û sermayeyê berê xwe bidin deverên ewle dibin sedem zextê li ser bazarên derketî zêde dike.

Rojnameyê îşaret senaryoya herî muhtemel kir ku rageşî di nav sînorên birêvebirinê de berdewam bike, di heman demê de xetereya ketina nav pevçûneke berfirehtir, ev jî îhtîmalên stagflasyonê û destwerdanên awarte ji hêla bankayên navendî ve zêde dike.

(bb)