Leşkerên Îsraîlê kesek li gundewarê Quneytîrayê girt

Hêzek leşkerî ya Îsraîlê ket gundewarê Quneytîrayê, bi ser malan de girt û sivîlek girt.

Leşkerên Îsraîlê kesek li gundewarê Quneytîrayê girt
25 nîsan, 2026   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 10 erebeyên leşkerî pêk dihat bi ser bajarokê Cebata El Xeşeb ên gundewarê naverasta Quneytîrayê girt.

Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê malên hin sivîlan kontrol kirin û di dema sergirtinê de dron li ser herêmê digeriyan.

Dewriyeyek din ket gundê Um El Îzam ê bakurê Quneytîrayê, bendeke demkî ya kontrolê danî. Her wiha gundiyek girtin û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

(bb)