DYA'yê li Pasîkîfê li keştiyekê xist: 2 kuştî

Li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê bû hedefa êrişa hêzên DYA'yê. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

DYA'yê li Pasîkîfê li keştiyekê xist: 2 kuştî
25 nîsan, 2026   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh (24 Nîsan) ragihand ku di çarçoveya operasyonên wan ên li dijî narkotîkê de keştiyek bi gumana ku bazirganiya narkotîkê dike, hat hedefkirin. Hat diyarkirin ku di êrişê de ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê hat kirin, 2 kes hatine kuştin.

Fermandariya Başûr a DYA’yê daxuyaniyek li ser X'ê parve kir û diyar kir ku êriş li ser agahiyên îstîxbaratî hat kirin û kesên hatin kuştin jî wek “narko-terorîst” hatin pênasekirin.

Li gorî AFP'ê, bi vê êrişê re, di operasyonên hewayî yên DYA'yê yên di bin navê "têkoşîna li dijî qaçaxçitiya narkotîkê" de têne kirin, hejmara kesên hatin kuştin bû 182.

(bb)