Jinên Tebqayê têgeha xweparastinê nîqaş kir

Jinên kantona Tebqayê girîngiya têgiha xweparastinê (parastina cewherî) ji bo civakê bi taybet bo jinan, nîqaş kir.

Jinên Tebqayê têgeha xweparastinê nîqaş kir
Jinên Tebqayê têgeha xweparastinê nîqaş kir
Jinên Tebqayê têgeha xweparastinê nîqaş kir
Jinên Tebqayê têgeha xweparastinê nîqaş kir
24 tîrmeh 2024   16:49
TEBQA

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê û Yekitiya Jinên Ciwan bi navê "Parastina jinan" paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de endamên rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Panel li navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li dar ket. Di serî de endama Yekitiya Jinên Ciwan Rola Henan bixêrhatina beşdaran kir. Piştre endama kombûnê Roza Efrîn li ser têgiha xweparastinê ya ku hemû jînewer ji bo jiyaneke ewle pêk tînin, axivî.

Roza Efrîn diyar kir ku tevî ku gelek destkeftî di encama têkoşîna jinan de hatin bidestxistin, lê dîsa jî gelek jin ji armancên xwe dûr in, nexasim di aliyên aborî, siyasî, qanûnî û aliyên din de.

Roza Efrîn wiha domand: "Yek ji sedemên pêkneanîna xweparastina jinan hişmendiya baviksalarî ye ya ku jin bindest û lewaz kiribû. Ji bo têkbirina vê metirsiyê jî pêwîst e jin nerazîbûna xwe nîşan bidin û rêya berxwedan û têkoşînê bişopînin."

Roza got: "Ji bo têkbirina êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên li dijî gelan bi taybetî li dijî jinan, pêwîstî bi xweperwerdekirina li gorî fikra Rêber Abdullah Ocalan heye."

Li dawiyê beşdaran destnîşan kir ku zêdekirina lidarxistina panel û semîneran baweriya jinan bi wan xurtir dike. Her wiha jinan daxwaza vekirina perwerdeyên bikaranîna çekê jî kir.

(mh)

ANHA