Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî pirsgirêka zewicandina zarokan panelek li dar xist û ji bo çareserkirina wê gelek pêşniyar hatin kirin.

Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
Li Helebê paneleke têkildarî zewicandina zarokan
24 tîrmeh 2024   15:53
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan panelek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. 

Panel li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin. Nûnerên rêxistinên jinan, partiyan, saziyên sivîl û tevgerên civakî di panelê de hazir bûn.

Endama rêveberiya Navenda Lêkolîn û Nirxandinan a Helebê Nûjiyan Hisên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têgeha hevjiyana azad û ragihandina dengê jinan xwendin.

Piştî xwendina perspektîfan beşdaran pirsgirêka zewicandina zarokan nîqaş kir û ji bo çareserkirinê gelek pêşniyar kirin.

Endama nivîsgeha Ragihandinê ya MSD`ê Evîn Siwêd got: "Sedemeke vê pirsgirêkê, şerê li dijî Sûriyeyê ye ku ji zêdetirî 13 salan ve berdewam e."

Evîn gelek sedemên din wek kêmbûna hişyariyê li herêmên çolistana Sûriyeyê, serweriya hin adetên paşverû, paşketina aboriyê ku dibin sedema vê pirsgirêkê, bi bîr xistin.

Evînê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê roleke mezin di belavkirina tevliheviyê li herêmên dagirkirî de lîstiye ku bûye cihê sûcên destdirêjiyê û revandina zarokan.

Endama Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star Hêvîn Hisên jî destnîşan kir ku ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, pêwîst e hemleyên hişyariyê ji bo pêşxistina civakê ji dibistanan dest pê bikin.

Di civînê de teqezî bi hevgirtina jinên ciwan li hember şerê taybet, şîrovekirina têgehên rastîn û peydakirina navendên şêwira derûnî hate kirin.

(şx)

ANHA