Daxuyaniya Mezlûm Ebdî di rojnameyeke bi ser Şamê ve deng veda

Daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSDˊê ya ji bo vekirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyalogê bi tevahî aliyan re di nav de bi hikumeta Şamê re  di gelek dezgehên çapemeniyê de, di nav de rojnameya nêzî Şamê, deng veda.

Daxuyaniya Mezlûm Ebdî di rojnameyeke bi ser Şamê ve deng veda
24 tîrmeh, 2024   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran ragihand ku ew ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re ku bikeve xizmetî çareseriya siyasî li Sûriyeyê û ji bo vegerandina herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî vekirî û amade ye. Herî dawî jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi hevdîtinekê ji ajansa me re li ser mijarê axivî û duh hat belavkirin.

Ebdî wiha got: "Em ji bo hevdîtinan, ji hemû kesên Sûriyeyî, hêzên herêmî û navnetewî yên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqeder in re, vekirî ne. Em bawerin ku pirsgirêka Sûriyeyê bi şer nayê çareserkirin, bese, 12 sal şer hatiye kirin; ne mumkune wiha çareseriyek çêbibe. Bi şêwazê ewlekariyê çareserî çênabe, divê bi diyalogê çêbibe. Helbet diyalog ne tenê bi rêjîma Sûriyeyê re, divê bi hemû aliyan re hebe. Kesên niha li Idlib, Efrîn û cihên din ên hatine dagirkirin, ger ji diyalogê re vekirîbin û şertê me yê esasî qebûl bikin, em ji diyalogê re vekirî ne."

Têkildarî vê mijarê Rêveberiya Xweser beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya ji gelek xalan pêk tê di 18ˊê Nîsana 2023ˊyan de derxist. Di beyannameyê de tê gotin dane û dewlemendiyên xwezayî bi awayekî adilane werin belavkirin, bang li dewletên Ereb û NYˊyê tê kirin ku krîzê çareser bikin. Her wiha teqezî bi yekitiya xaka Sûriyeyê û naskirina mafên pêkhateyan tê kirin. Her wiha di beyannameyê de tê gotin divê kesek li dijî biryara 2254ˊan nesekine.

Îro, helwesta sabit a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya diyalogê bi tevahî aliyan re di serî de bi hikumeta Şamê re di rojnameya (El Weten) a nêzî hikumeta Şamê de deng veda.

Rojnameyê di nûçeyeke xwe de li ser rewşa Sûriyeyê bi sernavê "Ragihand ku ew ji diyalogê  bi Şamê re vekirî ye û baweriya xwe bi çareseriyê heye" belav kir û bi kesayeteke Kurd ê nêzî hikumeta Şamê ve girê da û got vekirin gaveke ber bi sererastkirinê ye.

Omer Osê ji rojnameyê re axivîbû û vekirin û amadekariya ji bo diyalogê bi ˊgirîng, erênî û gaveke ber bi sererastkirinê veˊ wesif kir û hêvî kir ku diyaloga di navbera her du aliyan de yekser dest pê bike û Kurdan giştî di nav xwe de bihewîne; ji ber ku doza Kurdî dozeke nîştimanî ya Sûriyeyê ye û bi rêya diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî li Şamê çareser dibe.

Osê got: "Tevî ku gerên berê ji diyaloga di navbera (QSD) û berpirsên hikumeta Sûriyeyê li Şamê de tu lihevkirin li ser mijarên nakok bi xwe re neanîn û tu encamên siyasî yên bi dirêjahiya salên borî pêk neanîn, lê daxuyaniyên fermandarê (QSD), ked Mezlûm Ebdî yên dawîn ji bo Şamê û daxwaza berdewama diyalogê û derfeta lihevkirinekê bi hikumeta Şamê re girîng, erênî û gaveke ber bi sererastkirinê ve ye. Ev yek li gel pêşdeçûnên li herêmê, bi taybet axaftinên xwe li ser nêzîkbûna Tirkî-Sûriyeyî û normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de, pêk tê."

Osê destnîşan kir ku Kurdên li Sûriyeyê bi daxuyaniyên Receb Tayyîp Erdogan û gotinên wî bawer nakin, ji ber ku Erdogan di pragmatîzmê û lîstina li ser benan de baş e.

Osê bal kişand ser ku hikumeta Erdogan ji destpêka krîza Sûriyeyê ve binesaziya li Sûriyeyê wêran kir, demografî guhart, terorê pêk anîn, kiryarên qetilkirin û komkujî pêk anîn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer di 3ˊyê Tîrmehê de ji ajansa me re axivî bû û gotibû Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser helwesta xwe ya amadebûna ji bo her diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî û diyaloga bi hikumeta Şamê re ye ku ji bo krîza Sûriyeyê bigihîne çareseriyekê.

(fr)