Jinên li Laziqiyê hatibûn revandin li nêzî sînorê Lubnanê hatin berdan

Çekdaran li gundewarê Laziqiyê hejmarek jinên revandin û li nêzî sînorê Lubnanê berdan. Tirsa zêdebûna sûcên revandin û girtinê li perava Sûriyeyê zêde bûye.

Jinên li Laziqiyê hatibûn revandin li nêzî sînorê Lubnanê hatin berdan
16 cotmeh, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berî 2 rojan jineke ciwan ê ji gundewarê Laziqiyê, dema ku berê xwe dida taxa Zîraa ya bajarê Laziqiyê winda bûbû. Ew jina ciwan tevî komek jinan û xortekî ji aliyê komên nenas ve hatibûn revandin, û li nêzî sînorê Sûriye - Lubnanê hatin dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji revandiyan jinekê got çekdaran tevî wê 4 jinên din û xortek revandibûn.

Jina ciwan a ku agahî dane SOHRˊê da zanîn ku li nêzî kolana Bint El Şawîş a taxa Zîraa kesekî nenas paçek da ber rûyê wê û di encamê de hiş ji serê wê çû û li dawiyê xwe li deverekê li nêzî sînorê Lubnanê dît ku rêwiyan ew gihand malbata wê.

Li gorî jina ciwan, aqûbeta jinên din hîn jî nediyar e.

Hemwextî vê bêaramiyê, li Laziqiyê tirsa pêkanîna bûyerên bi heman rengî zêde bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 12'ê Cotmehê de li Laziqiyê kesên nenas hewl da mamosteyekê birevînin lê wê bi desteka welatiyan xwe rizgar kir.

(mh/fr)