Li Helebê hêzên hikumeta veguhêz li komek ciwanan da û yek revand

Li taxa Suryan a Helebê endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, dema ku ciwanan bi fotbolê dilîstin, êrişî wan kir, gule ber bi asîmanê de berdan û yek ji wan revand.

Li Helebê hêzên hikumeta veguhêz li komek ciwanan da û yek revand
17 cotmeh, 2025   00:03
HELEB

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku dema ku bi dehan ciwanên Elewî li yarîgeha Marî ya li taxa Suryan a Helebê bi fotbûlê dilîstin, endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, êrişî wan kir û gule ber bi ezman de berdan.

Hat diyarkirin ku endamên hêzên hikumetê êrişî ciwanan kir û ciwanek revand.

(mh/fr)