Jinên ji Qamişloyê tev li seferberiya giştî bûn

Jinên ji bajarê Qamişloyê banga seferberiya giştî ya ku Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersivand û amadekariya xwe ya berxwedan û parastina taxan ragihand.

Jinên ji Qamişloyê tev li seferberiya giştî bûn
9 ÇILE, 2026   17:08
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Jinên ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê banga seferberiya giştî ya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersivdan û diyar kir ku ew li kêlek welatî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ne.

Wedha Wankî diyar kir ku "Em silavên xwe ji vir ji berxwedêr û lehengên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re dişînin, em bi dil û can bi we re ne. Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, parçeyên din ên Kurdistanê û Kurdistaniyên li Ewropa bi we re ne.

Wedha anî ziman ku ew amade ne bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re parastinê bikin û got: "Em serî ji dijmin re natewînin, parastina xak û rûmetê erk e, me çawa li Kobanê û Bendava Tişrînê dijmin têk bir, em ê li wir jî têk bibin. Em ji zêdetirî 50 salî bersiva êrişên dewleta Tirk didkin û em dev ji mafên xwe berdanin."

Nafiye Betal jî diyar kir ku "Em ji rejîma Baasê xelas bûn, îro Colanî û çeteyên wî yên bi desteka dewleta Tirk tên êrişî zarokên me dikin, jin û ciwanên me qetil dikin. Ev pêkanînên derexlaqî û dermirovî ne."

Nafiye da zanîn ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tîpên zêrîn di dîrokê de hat nivîsand û gelê Kurdê êdî baweriya xwe bi rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî nayne, ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe dixebitin.

Sîham Silêman jî got: "Em dayik dibêjin ku ev gelê têkoşerî xwedî dîrokeke demdirêj a berxwedanê ye, serî ji rejîma Baasê re netewand, ne jî ji Cebhet El Nusra, hikumeta demkî û çeteyên wê re jî tewand."

Sîham destnîşan kir ku xwîna Sûrî li Sûrî heram e, çima hin bi dewleta Tirk a dagirker re tevkariyê di qetilkirina Sûriyeyiyan de dikin, divê gelê Sûriyeyê hişyartir be.

Sîham ragihand ku tev li serferberiyê dibe û bang li her kesê xwedî wijdan kir ku ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabin ser pêyan.

(fr)

ANHA