Ji bo taxên Helebê koçberên Efrînê li ber avahiya NY`ê çalakî kir

Koçberên Efrîn û Şehbayê li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xist. Çalakvanan bi sloganên ku piştgiriyê didin berxwedana gel helwesta xwe ya li dijî êrişan nîşan da.

Ji bo taxên Helebê koçberên Efrînê li ber avahiya NY`ê çalakî kir
Ji bo taxên Helebê koçberên Efrînê li ber avahiya NY`ê çalakî kir
Ji bo taxên Helebê koçberên Efrînê li ber avahiya NY`ê çalakî kir
Ji bo taxên Helebê koçberên Efrînê li ber avahiya NY`ê çalakî kir
9 ÇILE, 2026   17:16
QAMIŞLO

Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina êriş û komkujiyên ku komên çete yên girêdayî hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê pêk tînin, piştgiriya berxwedana gel, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kom bûn.

Çalakvanên ku ji zarok, jin, mêr, kesên bi temenmezin pêk dihat, di kombûyînê de navên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berz kirin. Bi gotina sloganên “Şêxmeqsûd bi te re heta mirinê”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî Hêza Rizgariya Şêxmeqsûd” û “Bijî Berxwedanan Asayîş” daxwazên xwe anîn ziman.

Çalakiyên protestokirina êrişan û piştgiriya berxwedana gel, bi gelek şêwazan berdewam dikin.

(sb/fr)

ANHA