Gelê Kobanê 16 şehîdên parastina rûmeta xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê 16 şehîdên Girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya başûrî bajarê Kobanê spartin axê.

25 ÇILE, 2026   14:09
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dicle, şehîdên girtîgeha Reqa û Tebqayê oxir kirin. 

Navên şehîdan wiha ne: Şehîd Birûs Heleb, Akif Kobanê, Andok Elî, Celal Hemî, Ezgîn Kobanê, Roşan Zana, Çiya Jîn, Mûrad Xelîl, Viyan Efrîn, Mistefa Kino, Zagros Kawa, Harûn, Qedefî Hisên, Hesen Mele Hesen, Karker, Aram Hilko.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî axivî. Balî got: "Bi berxwedanê em ê bighêjin serkeftinê. Ev şervan ji bo vî welatî û parastina rûmetê şehîd bûn. Em di pêvajoyek nû de jiyan dikin. Êrişên li ser herêmê berdewama komploya 1999`an e. Ew ê nikaribin me qir û tine bikin. Em civaka şehîdan in û bi nirxên wan jiyan dikin. Misoger em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Paşê jî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî. Sara anî ziman ku çawa wan di van rojan de di sala 2015ˊan de kobanê ji DAIŞˊê rêzgar kir, dê ew ê dîsa jî rêzgar bikin.

Li ser navê malbata şehîd Mistefa Kino, Leyla Berazî axivî. Leyla diyar kir ku berxwedana ku van hevalên di zindanê de kirin, berxwedaneke dîrokî bû.

Di dawiyê de şehîd bi tilîlî û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.

(sş/fr)

ANHA