Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn

Dermansaz Aram Elî hişyarî da ku ji ber dorpêça giran derman li Kobanê pir kêm bûye û hejmara birîndaran pir e. Aram Elî banga lezgîn kir.

Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
Ji dermansazekî Kobanî banga lezgîn
25 ÇILE, 2026   09:53
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Dermansaz Aram Elî bal kişand ser dorpêça li Kobanê û bandora wê ji ajansa me re axivî.

Aram Elî diyar kir ku rewş di hemû aliyan de zehmet bûye û got: "Berî dorpêçê nexweşxaneya Kobanê nêzî 800 nexweş pêşwazî dikirin, lê niha e tenê nexweşiyên rewşa wan giran be pêşwaz dikin. Ji ber ku Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ye, derman û şîrên zarokan pir kêm bûne."

Aram Elî da zanîn ku dermanên tensyonê, penceşêrê, şekir û rijênê gelekî kêm in û beşa şûştina gurçikan hatiye sekinandin.

Aram Elî destnîşan kr ku çeteyên ji çar aliyan ve Kobanê dorpêç kirine û car caran êrişan pêk tînin, di heman demê de rê nadin alîkarî derbasî bajar bibin.

Aram Elî  diyar kir ku eger rewş wisa berdewam bike dê karaseteke mezin çêbibe û wiha got: "Şer berdewam e, birîndarên me pir in, derfetên me yên emeliyatê tune ne û dermanê me kêm e. Hin birîndar ji ber kêmbûna derfetan şehîd dibin."

Dermansaz Aram Elî banga lezgîn a rakirina dorpêç û êrişên li ser li ser Kobanê kir û xwest di zûtirîn dem dem de alîkariyên mirovî werin şandin.

(b)

ANHA